Connect with us

Çeviri

Ahmet Erhan – Gulfiroş Gulekê Bide Min

Published

on

Gulfiroş gulekê bide min

Ne ji bo xoşewîsta min, bo miriyekî

Gulfiroş gulekê bide min

Bikaribim hêsrên xwe tê de bihewînim

Gulekê wiha li berstûka xwe xistibû

Ku te wê rojê ew bidîtiba

Gulfiroş gulekê bide min

Qey ji wê gulê bû hemû bextewariya wî

Tu bibêje; hevalekî te mir

Ez bibêjim; birayê min

Gulfiroş gulekê bide min

Bibim di tabûta wî de bicih bikim

Li ser piyaderan toza komirê

Ji kulekan dûmana reş û tarî derdikeve

Tenê taybetmendiya vî bajarî asîmaneka reş û tarî ye

Gulfiroş gulekê bide min

Ku bikaribe perdeyên girtî veke gula min

Deriyên girtî bişkîne

Bikeve dilên dadayî

Gulfiroş gulekê bide min

Begê min gul nabin ku di vê serdemê de.

Çeviri: Hasan Şale Şiir: Ağıt

Click to comment

Leave a Reply

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir