Çeviri
Ahmet Telli – Yên Diqetiyên Û Tên…
Heyvekî bêron li ser
li ser bajêr her şev digere.
Her şev wekî gerokekî zana,
Gav bi gav dipêve rêya xwe
Bêdengiyeke ku ji şewata payîzê maye
nixumandiye her tiştî
û mîna tûlekî çiriyayî
zeman belav dibe û diçe.
Guh bide dengê avan niha
fisfîsa ku ji daristanê radibin
sîngê çiyayan hêdîka diçire
ji bo hêsankirina evînekê
Û çavên wî li quntarên dûr dema ku tiştekî digerin,
bêdeng û aram li bendê ye
dilê ku li ser bendewariyê radibe û tûj dibe
Eşkere ye ku ji ser çiyan, deryayan
û behrokan
xwe difilitîne û tê berbang
Eşkere ye ku nêzîk e
ew saeta ku dê xweza û jiyanê bihejîne
Werger: Sewda Xanzad
