Connect with us

Çeviri

Turgut Uyar – Şêt Xemgîn

Published

on

Ji ber ku wekî jiyînê bû tiştê ku dikir.

Mîna cehniyeke bêdayik welê bi coş û xemgîn

Hingê li ser aramiya êvarê diçêriya

Her sibehê derdiket ber zeryayê, sêvek dixwar

Heke tu çavên xwe bidî hev tu dê şêt û xemgîniya sêvê hest bikî 

Êdî li destên xwe menihêre, ji ber ku berf dibare, şêtxemgîne

Xwezî li bajarên mezin bifikire û rehet bike

Aha her tişt çawa, welê bi awayekî xayinane têkilhev bûye

Kincên qirêjbûyî û sabûn di taxên cihê de ne

Zirtxaneya li dû katjimêrê

Dûmahiya avê li pêşiyê

Helbet bi vî awayî jiyîn dijwar e, ez têdigihim şêt û xemgîn

Lewma awirên wê, şevek ji şevên bihurî yên havînê ye, wê bi bîr tîne

Hatiye jiyîn, di tîrmehê de ye, ew ne diyar e

Şêt yan jî xemgîn

Aniha digere di navbera me de,

Mîna hesteke sorgevez

Mîna payizeke ji rohelat ber bi roava be

Şêt û xemgîn

Heye ku divê meriv hinekî serwextê riyên çiyan be

Mîna hêştirên êşkêş yên mekkarî

Ew yên ku hîç tu tiştên wan nîn in

Wextê ku ditirsin şêt in

Wextê ku hez dikin xemgîn in

Berf rawestiya, bi rastî rawestiya, êdî tu dikarî li destên xwe binihêrî

Çeviri: Ferhadê Mihemed Şiir: Çılgın Hüzünlü

Click to comment

Leave a Reply

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir