Çeviri
Ümit Yaşar Oğuzcan – Milyon Carî Ayten
Ayteneke ketiye ber min ox çi xweş
Meyên bi Ayten vedixwim
Pê serxweş dibim ox çi xweş
Ku xweşiya min neçe rengê behra
Hinek Ayten pê didim xweşik dibe
Stranan dibêjim helbestan dinivîsim li ser Ayten
Demjimêra min her dem kêm Ayten 5 e an jî 5’ên bi Ayten derbas dibe
Li kîjan aliyê binêrim ya ku dibînim ew
Çavên xwe qurç bikim di aqilê min de Ayten
Ku hun ji min bipirsin em ji serdeman di Aytenê de ne
Ji rojan Paşayten e
Ew e ya ku roj bi roj min dide jiyandin
Bêhna wê belavbûye li kolanan
Çavên wê ne ya ku di şefeqan de dibînim
Di ronaka berêvaran de lêvên wê
Pesna jinên din nedin li ba min wê dilê min bimîne, ger hun pesna Ayten bidin çi qenc, hun dikarin runin
Em ê qedehekê jî pevre vexwin, du şorên bi Ayten bikin
Hun ê jî weke min jê hezbikin
Araqê belaş mela jî vedixwe
Ez Aytenê nahêlim ji we re
Bigrin cilên xwe jî bidim we
Di bêrîka min de deh lîreyên min hene
Wan jî bigrin ger hewce be
Ez ê Ayten bifikirim, naqefilim
Sê caran navê wê bibêjim wê têr bibe zikê min
Ma bêperetî jî tiştek e
Mirin jî ne xirab e
Bi qasî tunebûna Ayten
Bila bikevine bin avê keştiyên ku riya xwe bi wê naxin
Biqulibin trênên ku li ser wê nakevin
Bila bibe kevir dilê ku ji wê hezneke
Kor bibe çavên ku wê nebînin
Bila hişk bibe zimanê ku pesna wê nede
Radikim û datînim di dest de heye Ayten
Ji vê pê ve bila li cîhanê navê evînê bibe Ayten
Çeviri : Hasan Şale Şiir: Milyon Kere Ayten
