Connect with us

Kürtçe

Ayşegül Kızılkaya – Ez ê Şitla Xwe Xwedî Bikim

Published

on

Min tu kir yekaneyê dilê xwe û derxist lûtkeya hezkirinên xwe. Ji kûrahiya dilê xwe,nava xewnerojk û xiyalan de, min hevşabûnên me, ji hêmaya te ya yekanê bar kir.Erê tu yekaneyê dilê min bû ezîzê min…

Bi hêmaya hebûna te ve (ku di hundira wê de tenê ez dizanim çi tê jiyîn) min, kozika xwe ya bi reng û deng avakiribû.Min gola li hemberî kozika xwe, her gav ne lê car caran be jî, çilkên bi dilê te diçilkiya ve tejî kir. Bi her dilopeke ramûsanan ve kêfxweşiyên min bêtir jîndar dibûn. Ji der û dora hiznê, bêhna kulîlkên dilkêşiya lêvmaçîkirinên te difûriya…

Lê ev e heyameke, hêviyên min di hinavan xwe de dihewandin, te bi tenê gotinekê ve hilweşandin.Kozika ku min bi hijikên li daristana pêhîsînên xwe komkirî ve çêkiribû, hejiya, ji hela çep û rast, jêr û jor ve şewişî.A niha hatime, ber perava peyvên kêrî tiştekî nayên, rawestiya me. Peyv ji bo çi ne,heke ji kêrî neqilkirina hestan nehatin şûnde?…

Hizn û xemê, bi hev re li têla dilê min xistin, lê ji vê lihevketinê tu newa li hev nehatin.Min, tu dengekî jidilvehatî, seh nekir.Heyamek bû ew razên ku zelal nîn bûn û her carekê ji min gorî xwe diferisand û têkdiçum êdî têra canê min kiribûn. Ez pey bersivan ketibûm û pirsan werisên xwe li gewriya min fetilandibûn. Ji bendemayîna bersivandina pirsan bes kêliyek bû lê ji min
re wekî saetên nederbasbûyî dihatin. Di van bendemayînan de, şitla ku min di dilê xwe de xwedî dikir bêhenase û dilçikiyayî bibû. Ji bo ku şitla xwe bênefes nehêlim di wê kêliya têra xwe diltepîn de, min hilmijineke kûr kişand pişikên xwe, parçê û weslên min ên ku belavbûne min berhev kirin.
Min ew şitil di nava xwe de çandibû û gava bi seraxa dilê min ket, ji bo ku wê xwedî bikim, min niqutên ji quretiyê te diniqutiyan, diparzinîn. Dilopên ji hilma te diçilkiyan, berî bersivandinê, bi nexweşiya te derdida ve qediya. Hinekî xirbe û serobin bibe jî min li kozika xwe hez dikir ezîze min. Bi çilkên ji te re niqutinê ve xwedî kirina min, bi texsikirina te ve lebikin jî min li şitla xwe hez dikir, hez dikim ezîzê min. Ez ê şitla xwe,li kêleka kozika hemberî gola xwe ku min bi hîswarî û hişwariya xwe ve afirandiye, di nava xwe de xwedî bikim.

Click to comment

Leave a Reply

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir