Connect with us

Kürtçe

Ayşegül Kızılkaya – Beybûn Xweşbûnê Pêk Tînin?

Published

on

Çaxa ez diçûm dibistana pêşnavîn, xwendekarekî ji mamoste pirsî bû û gotibû “Şayesîn çi ye?” Bersiva mamoste balkêş bû “Gava tu çûyî mal, here dapîra xwe bigire, du kûrsîkan jî bîne, derkevin pêşiya malê, rûnin û li xwezeya temaşe bikin (helbet mal li cihekî gundewarî ye) û çi heye çi nîn e yek bi yek bila ji hev re bibêjin.” Nivîskar jî di pirtûka xwe de eynî mîna vê pênasekirinê, kûrsîka xwe girtiye, di nava xwezayê de rûniştiye û bi hûrgilî xwezayê dişayesîne. Belê em behsa Ferhadê Mihemed û pirtûka wî ya çîrokan wê duyem dikin. Ya rast Ferhadê Mihemed, xwezayê şanayesine, hema çi bigire mîna ku di nava xwezayê de dijî. Şûn û warên çîrokan bi giştî gund in. Nivîskar, gelek caran hevokên xwe, tenê bi peyvekê ve saz kirine û  peyv li pişt hev bi rêzkirinê ve vegotina xwe domandiye. Ew şêwaz bi giştî di pirtûkê de deshilatdar e. Helbet ew şêwaz, şewazeke balkêş û xweser e. Tûrikê nivîskar bi alî peyvan ve tijî û gelekî dewlemend e. Pir caran gava ku derûniya lehengan pênase dike, bûyeran vedibêje eynî şewazê bi kar tîne. Bi yek yan jî bi du peyvan hevokan pêk tîne.

Ew şewaz ji alî xwendin û gehiştinê ve hêsaniyekelê çêdikê helbet, lê ew tahma ku xwîner bi xwendinê ve dike ji wêjeye bigire kêm dike. Şewaza hevokên bi yek peyvan ve pêk hatine, estetîka vegotinê xirab dike, xwîner di wan yek peyvan de asê dimîne.

Tevî ku çîrokên pirtûkê balkeş in. Çîroka ku navê daye pirtûke Beybûnên Yasemîne; piştî emelîyetê ku leheng ber bi xweşbûnê ve diherî serpêhatiyên xwe tên bîrê. Nivîskar bi zimanê şexsê duyem wan serpêhatiyên balkêş tîne ziman. Di wan bîranînan de yek heye ku ew jî leheng gava ku berkêşkê dikeşî pergî destiyek beybûn tê. Ew beybûn yên Yasemîne ne. Yasemîn jî piştî qezeyek gelek giran xweş dibe û gava dest bi dibistanê dike ji mamosteyê xwe re destiyek beybûn diyarî dike. Di xiyal û hişên leheng de gava ku beybûn tên bîra wî zêde haye nebe jî beybûn hêviya jiyanê xurt dikin.

Dawiya gelek çîrokan jî bi xweşî qedandiye. Bi vê xweşqedandinê ve; hêviyê dide xwîner ku kêmasî û pirsgirêkên me yên civakê hebin jî hinek bi derengî be jî bera bera bi hişberî ve dê çareser bibin.

Mînak; di çîroka Tinaz û Qeşmeriya Qederê de beşa ku leheng tifingê dişkîne, parçeçinî dike, bi metafora tifingê ve hêviyê dixê dilê mirov. Hêviya ku deshilatiya feodalîzmê û paşverûbûnê dişike, li hemberî doza xwînhilandinê mirovahî û dilovanî bi ser dikeve.

Helbet çîrokên bi êş û bi xêm diqedin jî hene. Di çîroka Hesp, Bûkanî û Sêvê de; Mujgan bi fîstanê bûkaniye ve, di dest de sêva mêxekrêj ve, ji ber êşa mirinêla hezkiriyê xwe, xwe berdide ber şîpa Firat. Zarek piçûk -ku çîrok bi zimanê wî zarî tê vegotin- wê dîmenê bi tevahî temaşe dike, hewl jî dide ku bigihîje Mujganê ew xwe bernede ava Firat lê şênake ji bifilitîne.

Pirtûk tevahî bi deh çîrokan ve pêk tê. Di van çîrokan de Neçûna Malê wek kurteçîrok hatiye nivîsîn.

Bi alî din ve, di wekî çîrokên “Çîroka Bênav” û “Simore û Zîpik” de bikaranîna nivîskar ku çawa dinivîsî, bi nava çîrokê xistin tahma çîrokê xirab dikiye. Konsantreya xwîner xirab dibe, bi nişkê ve çîrok nîvço dimînê xwîner bêtahm dibe, nivîskar hizir dike ew çîrok xweş nebûye. Bi ceribandina nivîs avakirina nivîskar, honaka çîrokê xirab dibe, veqetinekelê derdixe holê. Hem tahma çîroka ku tê nivîsin hem jî çîroka nivîskar bi xwe xirab dibe.

Click to comment

Leave a Reply

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir