Connect with us

Çeviri

Melih Cevdet Anday- Bîranîn

Published

on

Heke cotek kevok bi firê keve 

Heke qurnefîl ji kûr ve bêhn bide

 Qethen ev yek ne tiştê ku dê bi bîr neyê 

Ji nişkê ve tê bîra min

Hema çi bigire roj dikira hil bihata

Mîna herkesî hûn dikira hişyar bûna 

Heye ku hê xewa we jî dihat 

Şeva we tê bîra min 

Mîna navên kulîlkên ku min hejê dikir 

Mîna navên kolanên ku min hejê dikir 

Mîna navên hemû hezkiriyên min 

Navê we tê bîra min 

Lewma ye fihêtkirina doşekên nerm û rihet 

Lewma ye ev jixweveçûyin ya hevramûsanê 

Ew tiliyên me yên ku di navbera qulikên têlhûniyê de digihan hevûdu tên bîra min 

Min gelek evîn û hevaltî dîtin 

Min di dîrokê de gelekî li ser qehremantiyê xwendin kir 

Ew tevgera we ya giran û sade ya ku li serdema me tê, tê bîra min 

Heke cotek kevok bi firê keve 

Heke qurnefîl ji kûr ve bêhn bide 

Qethen ev yek ne tiştê ku dê bi bîr neyê Bêşik ew tê bîra min

Not: Şiir Melih Cevdet Anday Anı, Çeviri Ferhadê Mihemed

Click to comment

Leave a Reply

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir