Helbest
Ayşegül Kızılkaya -Hebûn û Nebûn
Li mij û dûye afirî hewa,
Ew hewaya avdesta îbadetê ye.
Li xwe welidî şewqa tave…
Ji xwe hilatî tîreja roje…
Ez li ser pê ya,
Destên min ji banî re vekirî
Rûye min li hember roye
Rawestîyam xwe bi xwe
Binire!
Ev ê nimeja hebûnê !…
Ev ê zaritî !
Ev ê ciwantî !
Ev ê jî jinitî !
Ez tî û birçî
Di nav rojîya nebûne de…
Hebûn jî ya min e
Nebûn jî ya min e
Ne gazindar im ji te re.
Lêbele,
Te got;
Herree…
Pîvoka nav şilîya tatikan
Rîçiken te tov nadin
Li ser axa min.
Hetta kûlilkên te jî
Şîn nabên
Ji qeraxa xaka min
Ne nêrgizan, ne sosinan
Ji min re got.
Te got, herreee…
Dûr keve,
Pîvoka nav tatikan.
Bila heyran..
Ev ê dil !
Ev ê kezeb !
Ev ê gurçik !
Ma çi ma ji xeynî mêjî?
Min raşandin libatên xwe
Li hewşa te
Hewşa te bi libatên min
Heta dev têr û tejî !..
Ey libatên li min derketin!
Hez dikin birizin , hez dikin birijin
Hez bikin jî bisojin
Êdî bi keyf û dilên wan…