Connect with us

Kürtçe

Ayşegül Kızılkaya – Tarî Mîna Mirinê Ye Gelo Ronî Mîna Evînê Ye?

Published

on

Armanca vê nivîsarê, rexnekirin û danasîna pirtûkê nîne. Jixwe pirtûkên Mehmed Uzun hewceyî danasîne jî nîn in. Bi milyonan Kurd, li pirtûkên wî agahdarin û gelekan jî xwendine. Pirtûkên wî, bi 20tan zêdetir  zimanan ve hatine wergerandin û wî Kurdî bi dinyayê daye danasîn. Her weha ked û hewla wî ji bo ziman, cîh û girîngiya wî di wêjeya Kurdî de tê zanîn. Pêwîst nîn e ku di vê nivîsarê de were dûbarekirin. Mebesta vê nivîsarê ev e: Ji pirtûka Mehmed Uzun Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê re pencereyek din vekirin e.

Piştî vê girîzgehê em dikarin vê lêpirsînê bikin; Tarî mîna mirinê ye gelo ronî mîna evînê ye?  Ji bo bersiva vê pirsê, em di naveroka pirtûkê de  dibînin ku, evîn mîna roniye nîn e. Evîn jî bi hovitî, bi mirin ve xilas dibe. Rast e Kevok, bi evînê ve dunyaya xwe geş dike, ew bi evînê ve şa dibe lê ew li ber evîna xwe diçe Welatê Çiyayan, dibe şervan û di şer de birîndar dikeve, hêsîr dibe. Her weha evîna Baz jî mîna roniye nabe. Baz di jiyana xwe de cara yekem bi hestên mirovî dihesî, bi hîskirina evînê ve bextewar dibî lê artêşa Welatê Mezin ferman dide ku Kevok were kuştin. Ew jî ji bo Kevokê biparêze, Kevokê jî li gel xwe dibe û direvin, ew xwe vedişerin. Di encame de her du jî tên kuştin. Her du jî dibin qurbanên pergala mêtingeriye. Ango tarî mîna mirinê ye, evîn jî mîna mirinê ye.

Pirtûk bi tevahî, bi dijberiya mêtingeriyê hatiye hûnandin. Mehmed Uzun bi rêya Baz, pergala mêtingeriyê li ber çavên xwîner radixe. Jiyana Baz a leşkerî bixwe seranser prototîpa rê û rêbazên vê pergalê ye. Baz, bi mirov kuştin, zarok sewî hiştin, jin bî hiştin, gund şewitandin, war wêrankirin, xelk sirgunkirin, îşkencekirin, kontrayî, cahşîtî û hwd. ve li Welatê Çiya  temsîla pergala mêtingeriyê dike. Ya herî trajîk jî ev e; qomandêrê artêşa Welatê Mezin Baz, bi eslê xwe ve Welatê Çiyayî ye. Lawikê gelê Welatê Çiyayî ye. Lawikê xelkê ku di şikeftan da hatibûn qirkirin e. Baz li wê qirkirinê ku bi tesadufî sax dimîne, zabitek têyî rehmê û wî dide sêwîxane. Baz li sêwîxane bê dê, bê bav, bê xwişk û bira, bê malbat, bêkes, bê war, bê kok mezin dibe. Wexta Baz mezin dibe jî, xelkê Welatê Çiyayî, bi destê sêwîyekî Welatê Çiyayî ve qirkirin jî serkeftina vê pergala mêtingeriyê ye.

Helbet Baz jî di nezika dawiya çîroka xwe de hin lêpirsîna dikî. Di encama 20 salan de, di hindûra xwe de ji derbarê bingeha pergalê û artêşê hinek pirsan dipirse. Baz, wan pirsan di civînekê de bi lêv dike:

“Bê guman em ê îcar jî pişta wan bişkînin. Lê heta kengî?.. Bê guman em ê zora çek, tiving û şerê wan bibin, lê em ê bikaribin zora stran, destanên wan ên ji bo me nenas bibin?… Qûweta wan a herî mezin aha ev tiştên han e; zimanê wan, destan û çîrokên wan, rûhiyeta wan a nediyar. Hêza wan, ne çek, şer, pevçûn û mirin e, lê ev tiştên ku ez qalê dikim in.”

Piştî van pirs û vegotinan, rêzdarî û rûmeta Baz kêm dibe û bi destên generalên artêşê ve, bi lez li wezîfeyê Welatê Çiya tê dûrxistin.

Baz…Lehenge romanê ya mêr ya jin jî Kevok. Her du nav jî bi tesadufî nehatine hilbijartin. Teyra Baz, temsîla zîrekî û wêrekiye ye. Çûka Kevok jî a hezkirin û aşitiyê ye. Baz çiqas  koviye, Kevok jî ewqas kedî… Navên şexsiyetên din jî bi zanabûn hatine hilbijartin. Navê Jîr tê wateya bi aqil û jehatî ye. Renas jî, rêber û rêzan… Navlêkirina van lehengan di der heqa wan de serişteyeke dide me. Ji ber vê yekê gerek em  berê xwe bidin van qarekteran

Em, bi Baz ve destpê bikin. Dîyar e Baz, mêrkûj e, xwînmij e, bingeha jiyana wî, artêş û dewlet e. Baz di romanê de zîrek û xwedî bihêz tê nîşandan. Navê wî Baz e, ew lehengê Welatê Mezin e. Bila. Pêwendiya vî lehengê zîrek û wêrek bi jinan ve çawa ye? Meriv gerek vê pêwendiyê jî hinekî bikole. Qasî ku pirtûk nîşanî me dide, bêdayik bûna Baz, wî kêm dihêlî. Ew her dixwaze di nav şêqên jinan de be û serê xwe dayîne ser pêsîrên jinan. Nasên wî yên jin tune ne. Cara yekemîn jina ku jê re têkildar dibe jî jineke karxaneyê ye. Baz, heta mirina xwe, pêwendiya xwe bi vê jinê re didomîne. Ew jin, madêra Baz a manewî ye. Baz, ji ku derê bikeve tengasiyê, çi wext eciz bibe, madêra wî tê bîra wî, diherî cem madêrê. Madêr, sêwîtiya Baz haş dike, hêrsê wî dadixe, wî têr dihewîne, paşê Baz rê dike nav jiyanê. Qasî ji destê madêrê tê, birînên Baz dikewîne.

Di van her du şexsiyetan -kurê sêwî û jina qehpê- de, du qurbanên pergala zilmê digihîn hev. Wekî din jî jinên di jiyana Baz de cîh digrin, pêwendiya wî bi wan re, tenê aliyê bi şehwet, bi zayendî ve çê dibe.

Em niha jî lehenga jin li Kevokê binêrin. Kevok, keçika nazdar, yekaneya dê û bavê xwe, xwendekar, zana, jineke bedew û şox hwd… Kevok pênasekirin, şexsiyeta wê avakirin bi piranî li ser vê xêzê ye. Di pêwendiya Kevok û Jîr de jî meriv dikare bibêje, Kevok ji ser vê xêzê hatiye afirandin.

Gava ew bi Jîr ve li aşxaneya zanîngehê pergî hev tên, li kêleka eynî maseyê rûdinin. Kevok guh dide axaftina Jîr û digehî ku ew jî Welatê Çiyayî ye. “Ji xeberdan û devoka Jîr, Kevokê fêm kir ku Jîr jî mîna wê ji Welatê Çiyayan bû.”

Jîr bi zimanê xwe ê zikmakî nizanî lê di romanê de Jîr, bi kokê xwe ve girêdayî tê nîşandan. “Jîr lawê eşîran e, lê ji zimanê xwe yê zikmakî yê eşîran bi dûr ketiye, loma li hember ziman, çand û rêzikên welatê xwe şermezar e…”

Jîr li zimanê zikmakî dûr ketî were nîşandan jî Jîr, wek navê xwe jîr e, serhilder e, tîmsala xîretê ye. Lê belê Kevok zimanê xwe yê zikmakî dizane. Malbata wê, du sal li sirgûniyê dijîn û piştî sirgûnî xelas dibe, vedigerin Welatê Çiya. Kevok li Welatê Çiya mezin dibe. Lê di romanê de tê gotin ku Kevok li reh û rêçikên xwe dûr ketiye. Ew di paytexta Welatê Mezin de vegeriye ser kokên xwe. “Li vî bajarî, ew li xwe û li reh û rêçikên xwe vegeriyaye.”

Kevok bi zimanê xwe yê zikmakî mezin bibe jî li reh û rêçikên xwe dûr ketiye lê Jîr, li zimanê xwe yê zikmakî dûr ketibe jî bi reh û rêçikên xwe ve girêdayî ye. Di vê beşê de nakokiyek nîn e?

Heke em jinitiya Kevokê jî bikolin ji xeynî zayendiyê Kevok; jineke xwendî ye, zana ye, hestiyar e û bi wêjeyê ve mijûl e. Kevok dixwaze bibe dayik jî. Loma Jîr çiqas dibêje tol, ew dibêje dol, Jîr dibêje tol, ew dibêje tov. Her wiha tova Jîr jî dikeve hundira Kevokê lê ew ji bo ku here cem Baz, wê tovê di rehmê xwe de nahele. Jiberxwe dibe. Ji bo Kevokê evîn her tişt e, jiyan bixwe ye. Hebûna Kevoke li ser evîndariye ava dibe. Rêya wê, rêya evîndariyê ye. Ew evîndarî nîn e ku wê derdixe çiyayên Welatê Çiya? Belê tam jî di vê derê de gerek em vê pirsê bipirsin; heke Jîr neçûbûya, Kevoke ê ji bo rizgarkirina welêt, ji bo welatparêzî, azadî û hwd. Wê biçûya? Qasî di romanê de bersiva vê pirsê bi neyînî ye. Jixwe Kevok naxwaze ku Jîr jî biçe. Wê şeva dawî, pir ber bi Jîr ve digerî, dixwaze biryara wî veguherîne lê nikare. Jîr  ji bo tola bav û kalên xwe hilde, ji bo welat rizgar bike, ji evîndara xwe vediqete, diçe Welatê Çiya.

Gelo Kevok ji bo ku jin e, zêde ziravhîstiyar e û nikare ji Jîr veqetê? An jî Jîr çiqas ziravhîstiyar be jî dikare bi hêmdê xwe tevbigerî û dest ji Kevokê berde?

Piştî çûyîna Jîr, bi hesreta Jîr, bi hêviya ku Jîr bibîne, Kevok jî dihere Welatê Çiya. Armanca wê ya sereke evîn e, ew dixwaze di nav şer de be jî, li gel hezkiriyê xwe be. Nirxên -azadî, welatparêzî, rizgarî hwd.- din piştî evînê tên. Her wiha ku Kevok diçe Welatê Çiya jî wisa xurt, qey zîrek nîn e. Li ber sar û seqema hewayê, li hember hovitiya xwezayê qels e. Bedena wê xav, tevgera wê ecêmî ye. Bi rastî, Kevok gelek jî berxwe dide. Bi alîkariya Rênas li mirinê difilite. Ji bilî Kevokê tê nîşandan meşa li ser çiyayan ê ku zorê dikêşî helbet tenê Kevok nîn e. Şîlan jî wek Kevokê gelek zehmetiyê dikêşî. Lê em dibînin ku ên qels dîsa jin in. Ê ku bi tecrûbeyî ê ku alîkariya wan dike jî Rênas e yanî mêr e. Meriv dîsa dikare bipirse; gelo di nav şexsiyetên romanê de, şervanek ku lê zor tê ê qels, nedibû ku bibe xortek jî? Çima her car ê qels, ê  jin in? Jinên xurt jî di nav tîma şervanan de hene, çima careke jî jinek alîkariya Kevok û Şîlane nake, her car Renas dikî? Jixwe serdarên şervanan jî mêr in. Helbet em xwîner şike dibin. Di qada şervaniyê de bi hêza jinê bawerî nîn e ku Kevok, qels, ecêmî, zor lê dayî tê nîşandan? Jixwe Kevok wexta ku şer jî dest pê dike, nikare xwe xilas bike, birîndar dibe, tê girtin û dîl dikeve.

Meriv ku berê xwe dide û hinekî li ser difikire, şexsîyetên romanê yên jin, dayikên berz in, jinên şox in, jinên evîndar in, jinên bedew in, jinên xirab in, jinên zana ne. Lê li qada şer, jin qels in, zorê dikêşin. Meriv gerek vê jî kêm nehele, bibêje; jin li hember hovitî û wehşeta pergalê jî berxwe didin. Her wiha du mehan zêdetir bi Kevokê îşkence dikin lê ew neaxive. Wek hevalên wê, ji wê re gotine; heke wê êdî nikaribû berxwedana xwe bidomîne jî qe nebe piştî du mehan bi axive ku ew bikaribin cîhê xwe veguherînin û nebin nêçîr. Kevokê jî eynî wisa kir.

Helbet nivîskar çawa bixwaze dikare lehengên xwe wisa biafirîne. Bixwaze, dikare lehenga jin xurt bike, bixwaze jî, dikare lehengê mêr zîrek bike. Lê belê her çiqas di romanê de atmosferek hatiye afirandin, şexsiyet bi xeyalî bin jî gava ku xwîner pirtûkê dixwîne, dizane ku leheng Kurd in û tekoşîna mirovên Welatê Çiya, tekoşîna Kurdan e. Di rastiya jiyanê de, di tevgera ku Kevok tev lê bû ye de jin sereke ne, hin deveran serdar in, di şervaniyê de jî wêrek û zîrek in. Helbet şervanên jin ên qels, ecêmî îlla hene. Her wiha ên mêr jî hene. Heke ji bo nimûne be jî, şervanekî mêr, bi tirs tevbigeribûya, xortek jî qels bûya, zor lê hatibûya, meriv dikarîbû bibêje, ew taybetiyên qels ku di şexsiyeta jinan de hatine nîşandan hemî mirovî ne û normal in. Şexsiyet bi taybetiyên xurt û qels pêk ve hatine afirandin. Lê di romane de jin, dêyeke baş, yareke evîndar, qehpîkeke birehm û -ji xeynî yekê xirab- hemî jî ziravhîstiyar hatine qarekterîzekirin. Lê di tekoşîna welêt de, di qada şer de -her çiqas ber xwe bidin jî- qels hatine teswîr kirin.

Pirtûk çiqas bi dijberiya mêtingeriyê hatibe nivîsandin jî, di romanê de em li ser van mînakan dibînin ku; hêz, zîrekî, wêrekî, lehengî taybetiyên mêran in, ew taybetî dûrî jinan in. Em dikarin bi rehetî bibêjin, roman bi dijberiya mêtingerî û desthilatdariyê hatîye hûnandin.

Lê em dikarin bibêjin, di romanê de nêrîneke dijberiya pergala pederşahiyê jî heye?

Hege meriv di pencereyekê din jî li romanê binêre; Şer hemî kesî dikûje. Hewaya şer tarî ye, mij û dûman e û mirin e. Heke şer neqewimîbûya, ronî jî wê mîna evînê bûya. Lê şer nahêle evîn bi ronî be. Encama evînê jî bi sedema şer dibe tarî.

Kevok, wekî navê xwe aşitîxwaz e, dilnerm e û jiyaneke bêşer dixwaze. Bi dûv evîna xwe dikeve diçe Welatê Çiya. Ji bo mirinê naçe, ji bo ku evîna xwe, bi evîndarê xwe re bijî diçe. Her çiqas gava îşkence didît wê xwestibû ku bimirê jî, wê li jîyane hez dikir. Lê Kevok têk diçe, dimire, Baz jî têk diçe, dimire, evîn mîna tariyê dibe. Ya rastî, artêşa Welatê Mezin, pergala mêtingeriyê jî têk diçe. Di şer de ti kes ser nakeve.

Ayşegul Kızılkaya

Click to comment

Leave a Reply

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir