Connect with us

Çeviri

Ergin Günçe “Faşizm Ji Bo Zarokan”

Published

on

Zarok jî dikarin faşîzmê fam bikin

Ew lêdana ji aliyê bavekî bêexlaq ve ye

Ew xistina di odeyeke tarî de ye

Dema ku israr bikî ku mafên xwe bixwazî

Damarîyek ji sêwîyek nîvkenî re

Bi destê xwe yê sabûn kirî li wan dixe

Zarok hîn jî şîngirtî ye, hîn jî bêparastin e

Armanc tepisandin, kolekirin e

Zarok faşîzmê ji guma xwe nas dike

Çima ew qas kirêt in?

Heta niha faşîstek bedew nejîyaye

Ev pirsên watedar in ji bo we, zarokno

Dibistan vê dersê nadin

Li ku derê hêzek neheq kom bûbe

Li ku derê deng û qerebalixî hebe

Li ku derê nanê me ji me hatibe dizîn

Di polê de, li kolanê, li malê, li bazarê

Li wir e faşîzm, zarokno

Divê em hemî destên hev bigirin

Ji bo ku em bê tirs ji şevê derbastir bikin

Roj dê her çi be wê hilbe

Dema ku dîk dest bi qêrînê dikin.

Werger: Sewda Xanzad Ergin Günçe, Kulîlkek Bi qasî Tirkiyeyê Mezin, r. 144

Click to comment

Leave a Reply

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir